TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Batmanê serê eraziyan: 3 kustî, 4 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2022 19:04

PeyamaKurd – Li gundekî girêdayî navenda bajarê Batmanê (Êlih) ê Bakurê Kurdistanê, di encama pevçûna bi çekan a navbera du malbatan de, 3 kes hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan bûyer ji ber sedema eraziyan li gundê girêdayî navendê İkiztepe rû daye.

Hat zanîn ku di encama pevçûnê de ji heman malbatê 3 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne ku tîmên tenduristiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine veguhestin.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane; Mehmet Şirin Akin, Asker Akin û Sadik Akin e û tedawiya 4 birîndaran jî li nexweşxaneyê dewam dike.

Lêpirsîna li ser bûyerê û sedemên wê berdewam dike.

Parve bike: