TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Batmanê zilamekî ji qata 3an de ket û mir

Admin M
Nivîskar
📅 22 tebax 2026 15:15

PeyamaKurd – Li Batmanê li taxa Pazaryeri kesê bi navê Mehmet Sait Biçen (46), ji qata 3an de ketibû jêr, birîndar bûbû û wî biribûn nexweşxana lêkolîn û lêpirsînê ya Batmanê.

Biçen li nexweşxanê 4 roj di ber xwe da û paşî li nexweşxanê can da. Sedema ketina Biçen ya ji xanî nehat zanîn lê cenazê wî birin morga nexweşxanê.

Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Parve bike: