TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bedlîsê 2 otobus wergeriyan: 35 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2021 04:25

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê û navçeyên wê bi sedema barîna berfa zêde jiyan bi zahmet dikeve û hem bamişt xelkê perîşan dike. Gelek caran qeza trafîkê çêdibe û tîmên pêwendîdar bi zahmetî dikarin mudaxele bi qezayan bikin.

Li ser rêya Tetwan û Wanê 2 otobus wergeriyan û herî kêm 35 kes birîndar bûn. Çûnûhata navbera bajaran gelek zahmete û di nav bajaran de jiyan hat asta rawestandinê. Tîmên tenduristiyê mudaxele bi birîndaran kirin û wan çandin nexweşxaneyên Tetwan û Bedlîsê.

AFAD, rêxistina rêyên bejayiyê, tîmên tenduristiyê û şaredariyê li ser agahdarkirinên qezayan diçin ciyê qezayê û dixebitin da kesên di rê de mane wan rizgar dikin.

Parve bike: