Kurdistan
Li Bedlîsê çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bedlîsê heya fermanekî dinê hemû çalakî hatin qedexekirin. Sedema qedexeyê jî bo berlêgirtina koronavîrusê hat nîşandan. Biryar ji aliyê parêzgeha bajarê Bedlîsê, ji aliyê rêxistina hîvzisihayê de hat sitendin.
Di nav qedexeyan de civîn, aheng, çalaki, bo desteka van tevgeran, erebeyên ku ji derve tên bo desteka van çalakiyan, dê nikaribin bikevin nav bajêr.