TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 21 sibat 2022 23:34

PeyamaKurd - Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, qedexeya her cûre xwepêşandan û çalakiyan a ji sala 2016an ve berdewam dike, ji bo 15 rojên din hat dirêjkirin.

Parêzgariya Bedlîsê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 22yê Sibata 2022yan heta 8ê Sibata 2022an hemû xwepêşandan, çalakî, meş, konvedan, belavkirina belavokan, kombûn, komkirina îmzeyan û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji sala 2016an ve ango piştî hewldana darbeya FETOyê bê navber 15 rojan carekê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Wan, Colemêrg, Şirnex, Bedlîs û Mêrdînê qedexeyên bi vî awayê têne ragihandin.

Parve bike: