Li Bedlîsê qedexeya 19 gund û mezrayan hat ragihandin
PeyamaKurd- Li bajarê Bedlîsê li 19 mezra û gundên navendê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Ragihandina qedexeya derketina derve ji aliyê Parêzgeriya Bedlîsê de hat kirin. Gund û mezrayên ku derketina wan ya derve hatine qedexekirin ev in:
Çobansuyu (Herde), Aşağıçobansuyu (Herde ya Jêrîn), Akgün, Kutlu, Güllüce, Dikme (Şap), Aşağıdikme (Şap a Jêrîn), Yukarıdikme (Şap a Jorîn), Esenburun, Beşkaynak (Baykişin), Bayırlı, Kınalı (Hersûd), Uçankuş (Leylekan), Yarönü, Dursun, Aşağıyolak (Çemên jêr), Yukarıyolak (Çemên Jor), Aşağıkoçak, Çeltikli (Şêxcûman).
Li gor tesbîta parêzgehê agahî hatiye sitendin ku li van gundan endamên PKKê hene û ji xwe re cîh û war ava kirine. Dê li wan gund û mezrayan operasyon bên kirin û çûn û hatina xelkê van gund û mezrayan heya fermaneka dinê hatiye qedexekirin.