Kurdistan
Li Bêgiriyê malbat li hevxistin lê polîs nehişt mesele mezin bibe
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye) di navbera du malbatan de pevçûn derket lê tîmên polîsan bi TOMA û xaza îsotê mudaxeleyê her dû terefan kir û nehiştin zerara mezin bidin hev.
Pevçûn li navçê li ser cadda Hastane qewimî. Munaqeşa devkî bû sedema ku bi kevir û daran li hev bixin. Di encamê de 2 kesên ku birîndar bûn, tîmên tenduristiyê wan bi ambûlansan şandin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Wanê.
Ji ber ku her dû malbat car din li hev nexin, polîs tedbîran sitend. Polîs li ser rûdanê lêkolîna xwe dewam dike.