TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ber parêzgehê panîka bombeyê çêbû

Admin M
Nivîskar
📅 26 hezîran 2019 02:26

PeyamaKurd- Bîdoneka bi şubhe li ber parêzgeha bajarê Sêrtê hat dîtin û panik destpêkir. Paşî pisporên polîsan yên îmhakirina bombeyan hatin ciyê bûyerê û bîdonê bi robota ku bombeyan îmha dike teqandin. Paşî hat fêmkirin ku bîdon valaye.

Li gor ragihandinê hemwelatiyên ku bîdonê li ber dîwarê parêzgeha Sêrtê ya li ser rêya Sêrtê û Misircê dîtin xeberê dan polîs û li ser xebera wan polîs çû ciyê bûyerê. Ciyê bûyerê bo çûnûhatê hat girtin heya mijar encam da.

Parve bike: