Kurdistan
Li beravên Sûriyê kestiyeke petrolê teqiya
PeyamaKurd – Hat ragihandina ku li nêzîkî beravên bendera Banyas a Sûriyê, teqînekê rû daye ku agir bi keştiyeke petrolê ketiye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku teqîn di keştiya tankêr a petrolê de çêbûye, lê derbarê ziyanên wê û sedema teqînê de ti hurgilî belav nekirin.
Di nûçeya SOHRê de hatiye gotin ku îhtimala xirabûneke teknîkî di keştiyê de, kêm e û hê nehatiye zanîn bê li pişt wê bûyerê kîjan alî heye.
Li aliyê din medya fermî ya Sûriyê jî îdia kiriye ku teqîn dema xebatên temîrkirina keştiyê rû daye.