TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bexdayê sê endamê malbateke Kurd hatin serjêkirin

Admin L
Nivîskar
📅 16 îlon 2020 16:06

PeyamaKurd Li Bexdayê malbateke Kurd ya ji 3 kesan pêk tê, ji aliyê komeke nenas ve hatin serjêkirin.

Jêderên ewlehiyê ragihandin, hejmarek kesên nenas bi çek derbasî mala welatiyekî Kurd li taxa Mensûr a Bexdayê bûn û her sê endamên malbatê serjê kirin.

Li gor zanyariyan, malbat ji dê, bav û keçekê pêk dihat.

Piştî vê bûyerê gelek bertek li ser tora civakî hat nîşandan. Tê gotin ku keçek (Şîlan) zarokek tene ya dê û bavê xwe bû û li koleja Dermansaziyê dixwend.

 

Parve bike: