Kurdistan
Li Bismilê zilamekî 65 salî hevsera xwe ya 49 salî kust
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro li navçeya Bismil a Diyarbekirê zilamekî bi navê Hasip A. (65) hevsera xwe Muteber A. 49 salî kuşt.
Hat zanîn ku bûyer li Taxa Altiok a Bismilê îro danê sibehê qewimî ye û Hasip A. yê 65 salî hevsera xwe Muteber A. ya 49 salî kuştiye û piştre jî xwe radestî polîsan kiriye.
Cenazeyê Muteber A. îro danê êvarî li Goristana Taxa Akpinar a Bismilê hat veşartin.