Kurdistan
Li Bozhewayê otomobîlekî wergeriya: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Bozhewayê (Bozova) ajotvan desthilata otomobîlê wenda kir, derbasî şerîda dinê ya aliyê rê bû û wergeriya. 2 kesên di otomobîlê de mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza seet li dora 16.30an de li ser rêya Semsûr- Rihayê qewimî. Ajotvan Abdurrahim Kılıç (58) dema desthilatê wenda kir û otomobil wergeriya, tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê qezayê.
Ajotvan Abdurrahim Kılıç û İlhan Yıldırım'ın (39), li ciyê qezayê mirin. Hamza Turmak bi sivikayî û Ali Taş jî giran birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Bozhewayê.