Kurdistan
Li Çapaqçûrê agir bi daristanê ket
PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Çapaqçûrê li navçeya Gêncê di seha daristanî de agir bi daristanê ket. Li Gêncê li gundê Serviyê agir bi daristanê ket û sedema wê nehat zanîn.
Hemwelatiyên dîtin agir bi daristanê ketiye, xeberê dan rêvebiriya daristanan û bê şewat zêde bibe, ji aliyê tîmên Rêvebiriya Daristanan de hat vemirandin û daristan hat sarkirin.