TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çapaqçûrê car din agir bi daristanê ket

Admin M
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2022 03:22

PeyamaKurd – Li bajarê Çapaqçûra Serhedê agir bi daristanên 3 gundên bi navên Teyîrek (Gümüşlü), Kemalan (Ardıçtepe) û Gozerek (Erdemli) ê ket. Tîmên rêvebiriya daristanê çûn ciyê agir pêketibû û bi alavên vemirandina agir, tîmên rêvebiriya daristanê, îtfaiye û cendirme mudaxeleyê agir kirin û vemirandin.

Sedema agirvêketina daristanê nehat zanîn. Di van salên dawiyê de li Çapaqçûrê û navçeyên wê gelek caran agir bi daristanê dikeve.

Parve bike: