TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çapaqçûrê erebe hemû di berfê de man

Admin M
Nivîskar
📅 21 mijdar 2020 02:14

PeyamaKurd – Erebeyên ku bilindahiya çiyayê Çapaqçûrê de diçûn, bi sedema barîna berfa zêde û ajotvan jî bo berfê ne amade bûn û tedbîrên xwe nedîbûn, erebeyên wan di berfê de man. Hinek jin wan erebeyan terabûn nizmahiyê rê.

Berfa zêde bi taybetî di navbera bajarokê Sancaxê û Kîxîyê de bariya û li gundê Hasbaxlarê 10 erebe di rê de man. Çend erebe jî şemitîn kenarê rê. Piştî rêvebiriya xizmetguzariya rê ya dewletê rê ji berfê paqij kirin, erebe karibûn xwe bighînin navenda Çapaqçûrê.

Rêya di navbera Çapaqçûrê û Xarpêtê de bi sedema barîna berf û barana têkilhev mij girtiye ser rê û carna mirov nikare pêşiya xwe bibîne hetta dîtina pêşiya mirovan li hin deveran ketiye sifrê.

Parve bike: