TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çelikxan a Semsûrê 2 otomobîl lihev ketin:3 mirî û 4 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2021 03:43

PeyamaKurd – Li navçeya Çelîkxan a bi ser bajarê Semsûrê ( Adıyaman) li ser rêya navbera Semsûr û Meletiyê du otomobîl lihev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Di qezayê de 3 kesên mirin Burak T, Nuray D. û Zeynep B. ne. Dema tîmên tenduristiyê gihan ciyê qezayê ev her 3 kes li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest dabûn. Her 4 birîndarên qezayê ji aliyê tîmên 112 ê de hatin birin bo nexweşxana Meletiyê ya Perwerdê û Lêkolînê. Halê her 4 birîndaran baş e.

Parve bike: