TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li çend deverên navçeya Hîzanê weke herêmên "ewlehiya taybet a demkî" hatin ragihandin

Admin L
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2023 14:13

PeyamaKurd Parêzgariya Bedlîsê li navçeya Hîzanê yê Bedlîsê ji bo 15 rojan weke herêmên "ewlehiya taybet a demkî" hatin ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê bi daxuyaniyekê da zanîn, li çend deverên navçeya Hîzanê weke herêmên "ewlehiya taybet a demkî" hatin ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê da zanîn, ji 14ê Tîrmehê heta 28ê Tîrmehê li çend deveran qedexe hatiye ragihandin û hat destnîşankirin, çûnûhatina welatiyan li herêmên navborî hatiye qedexekirin.

Parve bike: