Kurdistan
Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Çewlîga Bakurê Kurditstanê, bi hêza 4.0 erdhej pêk hat.
Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, li navçeya Gêxî ya bajarê Çewlîga Bakurê Kurdistanê, danê sibê di saet 08:02an de, bi hêza 4.0 erdhejek pêk hat.
Herwiha AFADê diyar kir, bi berfirehiya 39.36 kîlometre û bi kûrahiya 13.85 li Gêxiya Çewlîgê erdhej çêbû û li bajarên derdorê jî bi erdhejê hisiyan.
Di derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de, tu zanyarî nehatine belavkirin.