Kurdistan
Li Çewligê bi hêza pileya 5.8an erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê, îro danê êvarê erdhejeke dijwar a bi hêza 5.8an rû da. Erdejhê bandor li ser bajarên derdorê jî kir ku bû sedema tirseke mezin.
Li gorî ragihandina Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogaziçîyê, li demjimêr 17:24an erdhejeke bi tundiya pileya 5.8 a rixterê rû daye ku navenda wê navçeya Kanîreşê ye (Kaliova) û ji kûrahiya 5.7 kîlometran a erdzemînê ve ew erdhej çêbûye.
Saziya Hawarçûnê ya Tirkiyê AFADê jî hêza erdhejê wekî 5.7 û kûrahiya wê jî 5.0 kîlometre tomar kir.
Li gorî agahiyên destpêkî, klubeyeke hêzên Cendermeyan hilweşiyaye û tevî ku cerdevanek di bin kavilan de maye 2 cerdevan jî birîndar bûne.
Hîn derbarê ziyanên erdhejê de zêdetir agahî nehatine.