Kurdistan
Li Çewligê di avahiya emniyetê de teqîn: 2 polîs birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Sêşemê li bajarê Çewligê yê bakurê Kurdistanê di nav avahiya Navenda Emniyetê de teqîneke tund rû daye.
Li gorî zanyariyan dema veguhestina muhîmatên leşkerê teqîn çêbûye û 2 polîs bi giranî birîndar bûne.
Derbarê bûyera teqînê de Parêzgariya Çewligê ragihandiye ku teqîn li navenda asayîşê ya li taxa Kaleonu rû daye û her du polîsên birîndar bûne bo nexweşxaneya dewletê ya Çewligê hatine veguhestin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî teqîna piştrast kiriye gotiye, du polîsan wan bi giranî birîndar bûne.