Kurdistan
Li Çewlikê 3 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Leşkeran li Çewlikê bi ser gelek malan de girtin û Mehmet Morsumbul ê 67 salî jî di nav de 3 kes desteserkiri.
Leşkeran li Gundê Gozeler ê girêdayî Navenda Çewlikê bi ser gelek malan de girt. leşkeran bi hinceta "giliyê wan hatiye kirin" li Gundê Gozelerê bi ser malan de girt.
Leşkeran Mehmet M. (67), Sîdar S. û Mazlum S. desteserkirin.
Hat diyar kirin ku Morsumbul bi nexweşiya alerjiyê ye. 3 kesên hatin desteserkirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Çewlikê.