TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Cizîrê 2 kom pev çûn: Xortekî can da

Admin İ
Edîtor
📅 01 sibat 2025 14:17

PeyamaKurd – Ha​​t ragihandin ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê du kom bi kêran pev çûn û Bariş Nas (16) salî jiyana xwe ji dest da ku di navbera her koman de ma. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û cenazeyê Bariş Nas ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.

Li Taxa Dagkapiyê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi şev di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û bi kêran pev çûn. Di şer de Bariş Nas ê ku kêr lê ketî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Bariş Nas li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku piştî alîkariya ewil biribûbnê, canê xwe ji dest da. 

Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Parve bike: