TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Cizîrê bi dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye” çalakiyeke girseyî hat lidarxistin

Admin H
Nivîskar
📅 22 îlon 2026 12:52

PeyamaKurd - Şêniyên herêma Cizîrê ji bo beşdarî çalakiya ku bi dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye” li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê ya li bajarê Qamişlo ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve hatibû organîzekirin bibin, herikîn qadê.

Welatiyên ji Dêrikê, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê û Hesekê bi al û sembolên kurdî berê xwe dan qada çalakiyê daku biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikûmeta veguhêz red bikin û daxwaza berfirehkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bikin.

Ev çalakî wekî bertekek li hemberî biryara bi hejmara “964/2068” a ku di 27ê Tebaxê de ji bo dayîna tenê çend saetên dersên zimanê kurdî li dibistanan hatibû derxistin tê lidarxistin û ji wê demê ve li herêmê nerazîbûn û çalakiyên gel berdewam dikin.

Parve bike: