TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Cizîrê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2022 19:33

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li  navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê  di encama teqîna tûpê metbexê de 3 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku îro Çarşemê li taxa Banêxanê ya Cizîrê di malekê de tûpê metbexê yê gazê ji ber sedemeke nediyar teqiyaye û di encama wê teqînê de kesên bi navên Hasan Mendeş, hevjîna wî Nezahat Mendeş û zarokeke wan birîndar bûne.

Tîmên tenduristîyê çûne cihê bûyerê û kesên birîndar veguhestine nexweşxaneyê.

Parve bike: