TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Colemêrgê cenazeyên 8 kesên ji Başûrê Kurdistanê hatin derxistin

Admin H
Nivîskar
📅 10 îlon 2026 18:31

PeyamaKurd - Di encama xebatên lêgerînê de ku li çoltera gundê Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin meşandin, cenazeyên 8 kesên ku di dema "Koça Mezin" a 31ê Adara 1991ê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin dîtin.

Cenazeyên ku bi pêşengiya Wezareta Enfal û Şehîdan a Herêma Kurdistanê hatin derxistin, ji bo testên DNAyê û tespîtkirina nasnameyan rakirin Saziya Tiba Dadî ya Dihokê.

Hat diyarkirin ku ji 8 cenazeyan 5 jê zarok in û nasnameya pitika 9 mehî ya bi navê Ciwanê bi alîkariya guhara wê ya zêr ji aliyê dayîka wê Sebîha Mihemed ve hatiye naskirin.

Alîkarê Wezîrê Enfal û Şehîdan Navser Evdal diyar kir ku ew ê piştî testên DNAyê ji bo van kesên ku di rêya koçê de jiyana xwe ji dest dan, li Keleha Nizarkê merasîmeke fermî li dar bixin.

Parve bike: