Kurdistan
Li Colemergê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Colemergê yê bakurê Kurdistanê, îro danê sibehê erdhejek çêbû.
Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogaziçî ya Tirkiyê ragihand, li herêma Kelêtan a Colemêrgê bi hêza pileya 3,1 erdhejekê rû da.
Hate diyarkirin ku erdhej li demjimêr 10:07 xulekan rû daye û kûrahiya wê jî 5 km binê erdê bûye.
Derbarê erdhejê de ti ziyanek nehatiye ragihandin.