TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Colemêrgê êrîs: Karkerek hat kustin, 2 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 04 mijdar 2020 22:59

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Tirk li Colemêrgê PKKê êrîşî karkeran kir ku di encama êrîşê de karkerek hat kuştin û 2 karker jî birîndar bûn. Herwiha li gorî ragihandina medya tirk 2 PKKîyên di êrîşê de cî girtine hatine kuştin.

Li gorî zanyariyan êrîş li navçeya Rûbarokê ya hevsînorê başûrê Kurdistanê rû daye û PKKîyan êrîşî karkerên di çêkirina otorêyê de dixebitin kir.

Li gorî zanyariyan karkerek hatiye kuştin û 2 jî bi xedarî birîndar bûne.

Herwiha li gorî medya Tirk 2 PKKiyên êrîş kirine jî kuştî hatine desteserkirin.

Parve bike: