TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Colemêrgê ji ber berfa zêde û sermê perwerde hat rawestandin

Admin H
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2022 01:39

PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber berfa zêde sibê 17ê Çileyê li dibistanan ji bo rojekê navber hate dayîn.

Parêzgariya Colemêrgê ragihandiye, ji ber berfa zêde, pûk û qeşayê roja Duşemê li tevahiya bajêr  perwerde ji bo dema rojekê hatiye rawestandin.

Parêzgariyê daye zanîn ku wê karmendên kêmendam û ducanî wek molet bên qebûlkirin û neçin karên xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ev du roj in ji ber berfa zêde bêhtirî hezar û 500 rêyên gundan li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine girtin û pileya germê jî her diçe zêdetir dikeve.

Parve bike: