TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Colemergê ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2022 13:34

PeyamaKurd – Parêzgariya Colemergê bi daxuyaniyekê ragihand ku her cûre çalakîyên cemawerî, bername û daxuyaniyên çapemeniyê ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de, hatiye gotin ku ji bo rêgirtina tawanan, parastina azadî, mafên yên din û tenduristiya giştî û ji bo rêgiriya provokasyonên muhtemel ên bibin sedema bûyerên civakî qedexe hatiye ragihandin.

Hat ragihandin ku qedexe îro 16ê Cotmeha 2022yan li demjimêr 00.01 dest pê kiriye û 15 rojan dewam dike ku 30yê Cotmehê jî bidawî dibe.

Parve bike: