TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Colemêrgê kesê ku sevê din hatibû revandin kustî hat dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 04 hezîran 2020 21:48

PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê gundê Taleyê kesekî bi navê Orhan Adiyman ku şevê din ji aliyê 3 kesên çekdar ve ji mala xwe hatibû revandin, îro nêzî mala xwe bi 100 metreyan kuştî hat dîtin.

Orhan Adiyamanê hatiye kuştin, bavê 3 zarokan bû û 40 salî bû. Cenazeyê Adiyaman ji bo otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatiye veguhestin.

Li gorî parvekirinên xizmên wî li ser medya civakî Orhan Adiyaman ji aliyê PKKiyan ve hatiye revandin û kuştin.

Li gorî hinek zanyariyan jî Orhan Adiyaman sala 2017an giliyê 7 endamên PKKê kiriye û ji ber wê jî ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.

Parve bike: