TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li derdora gola Hemrînê 3 terorîstên DAISê hatin kustin

📅 16 gulan 2019 14:37

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Iraqê ragihand kul li derdora gola Hemrînê 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 2 belem û 4 cihên veşartîn yên DAIŞê jî hatin teqandin.

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku, piştî destketina zanyariyên hewalgîriyê, balafirên artêşa Iraqê derdora gola Hemrînê li bakurê rojhilatê parêzgeha Diyalayê bombebaran kiriye.

Hat diyar kirin ku di encama operasyonê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 2 beleme û 4 cihên veşartinê yên DAIŞê hatin teqandin.

Piştî Iraqê tunekirina terorîstên DAIŞê li Iraqê di meha Mijdara 2017an de ragihandibû û DAIŞê kontrola xwe li ser navçeyan jidest dabû, çekdarên DAIŞê bi awayê grûp û şaneyên veşartî li hin navçeyan derdikevin û di dema borî de ziyanên mezin dabû welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê yên Iraqê.   

Parve bike: