TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dersîmê 15 roj qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2020 19:26

PeyamaKurd – Li bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê bi sedema metirsiya belavbûna vîrusa koronayê 15 roj qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Dersîmê ragihand, ji ber pandemiya koronayê ji bilî bername û çalakiyên fermî hemû çalakiyên di nav bajêr de bên kirin, ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, kombûnên cemawerî li ser tenduristiya gel dibe sedema xeteriya mezin û ji bo vê xeterê nehêlin û temasa nav civakê kêm bikin û pêşî li nexweşiyê bigrin, weke tedbîr biryara ragihandina qedexeya çalakiyan li sînorê bajêr hatiye dayîn.

Weke di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, 15 roj qedexeya çalakiyan ji roja 13ê Kanûna 2020 demjimêr 00:01 destpê dike heta 27ê Kanûna 2020 saet 23:59 berdewam dike.

Parve bike: