Kurdistan
Li Dêrsimê 8 roje serê wan dewam dike
PeyamaKurd- Ji 13 ê mehê de ye ku li Dêrsimê li navçeya Ovacikê gerîllayên PKK ê an dibe ku çepên Tirkiyê jî di nava wan de hebin, di şlikeftekî de hatine asêkirin û hêzên asayîşa Tirkiyê nikaribûn wan jêrdest bikin. Tirkiye dibêje ku wan kesan ji Behra Reş hatine herêma Dersimê.
Piştî 9 rojan îro êvarê parêzgeriya Dêrsimê ragihand ku kesên di nava şikeftê de ti kes ji wan rizgar nebûye û hemû hatine kuştin. Nûçeyên medya Tirkiyê jimara ji hev cuda didin. Hinek ji wan behsa 8 kesan dikin û hene ku behsa di ser 30 kesî de dikin. Lê ji berê de çapemenî esas behsa 8 kesan dike.