TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dêrsimê cenazeyê 3 gerîlayên PKKê hatin dîtin

📅 08 hezîran 2020 12:45

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku hejmara gerîlayên PKKê yên di operasyona 31ê Gulanê ku li navçeya Pulur a Dêrsima Bakurê Kurdistanê de hatibû encamdan, canê xwe ji dest dane, ligel 3 cenazeyên îro hatine dîtin gihîşt 6 kesan.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku artêşa Tirkiyê di 31ê Gulanê de li deverên navçeya Pulur a Dêrsimê li hemberî gerîlayên PKKê operasyoneke bi piştevaniya hezên asmanî ya berfireh dabûn destpêkirin.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje di wê operasyonê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn, di çarçoveya operasyonên berdewam dikin de îro cenazeyê 3 gerîlayên din ên PKKê hatin dîtin.

Li gor daxuyaniyê di heman demê de ligel 2 çekan hejmareke kelûpelên bo teqemeniyan jî hatine dîtin.

Derbarê vê yekê de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Parve bike: