TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dêrsimê cenazeyê kesekî hat dîtin

Admin L
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2021 16:56

PeyamaKurd – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di parkê de cenazeyê kesekî hat dîtin.

Welatiyên çûn Parka Sirûştî ya Orenonuyê, kesekî li erdê dirêjkirî dîtin û aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Polîs û tîmên tenduristiyê çûn parkê û tesbît kirin ku ew zilam miriye.

Di encama lêkolînê de eşkere bû ku ew cenazeyê Bulent Demirkaya ye.

Cenaze ji bo otopsiyê veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat detpêkirin.

Parve bike: