TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dersîmê hevserok û 5 rêveberên HDPê hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2019 16:46

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê di encama operasyoneke serdegirtina malan de, li bajarê Dersîmê ê bakurê Kurdistanê hevserokên rêxistina bajêr ên HDPê Hidir Çiçek û Ozlem Toprak hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyan ji xeynî herdu hevserokên HDPê, rêveberê HDPê yên Dersîmê Yunus Aras, Cemile Ataş, Erdal Ekici, Nurgul Yalay û Ozge Hoşoglu jî hatine binçavkirin.

Herwiha hat zanîn ku polîsan bi ser mala Endamê Meclîsa Partiyê yê HDPê Ferhat Yildiz de jî girtiye, lê ew ne li mal bûye.

Li gorî HDPê hîn sedemên binçavkirina wan rêveberên wan nehatiye zanîn.

Parve bike: