Kurdistan
Li Dersîmê rêyên 31 gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Li Dersîmê ji ber barîna berfê, rêyên 31 gundên Dersîmê hatin girtin.
Barîna berfê ji do ve tê, li Dersîmê bandorekê mezin li tevahiya bajêr kir û ji ber berfê, rêyên 10 gundên navçeya Xozat, 8 Pulur, 6 Pîlemûriyê, 5 Çemîşgezek û 2 gundên Qişleyê hatin girtin.
Herwiha wesayîtên ku bê amadekarî ketibûn ser rêyan, di rê de man. Tîmên vekirina rê, dest bi xebatên xwe kirin.