TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dêrsimê û navçên wê ji bo 4 rojan çalakiyan qedexe kirin

Admin M
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2023 01:36

PeyamaKurd – Parêzgeha Dêrsimê (Tunceli) li Dêrsimê û navçên wê ji bo 4 rojan kirina çalakiyan û civînan qedexe kir. Kirina çalakiyan yên weka meş, civîn, vekirina stendan, vegirtina konan, kirina civînên çapemeniyê û tevgerên weka wan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin.

Qedexe ji 12ê Cotmehê ji seet 00.01 heya 15ê Cotmehê seet 23.59an ji bo 4 rojan hat qedexekirin. Kirina tevgerên weke yên li jorê navborî bi îzna rêvebiriya parêzgehê ve hatiye girêdan.

Parve bike: