Kurdistan
Li devera Raperînê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Îro sibehê erdhejek li devera Raperîn a Herêma Kurdistanê çêbû.
Li gor zanyariyên ji devera Raperînê; beriya demeke kin erdhejek li Ranya û derdora wê qewimî û welatiyan erdhej hîs kir.
Erdhej di saet 09:59an de, bi pileya 2.8 a rîxterê çêbûye û navçeya Pişder a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê navenda erdhejê bûye.
Sê roj berê jî çend erdhej bi pileyên cuda li sînorê Kelarê qewimîbûn.