TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li deverên Soran û Raperîn ti nexwesekî koronayê nema

📅 20 nîsan 2020 16:55

PeyamaKurd - Rêveberiyên tenduristiyê yên Soran û Raperîn ragihandin, tevahiya nexweşên Koronayê li wan deveran baş bûne û ti kes jî di karantînayê de nemaye.

Berpirsê tenduristiya bajarê Soran, Dr. Karwan Cemal ragihand, tevahiya berkeftiyên vîrusa Koronayê li Soran baş bûne û çûne malên xwe.

Dr. Cemal her wiha got, li devera Soran 12 kes bi vîrusa Koronayê ketibûn, hemû baş bibûn tenê yek mabû. Ew jî duhî bi temamî baş û çû mala xwe li gundekî nahiya Sîdekan.

Berpirsê tenduristiya devera Rapern, Dr. Hîwa Mehmûd jî ragihand, li devera Raperîn tenê nexweşekî me yê Koronayê maye. Têsta wî ya dûmahîkê jî negaftî derketiye û dê îro here mala xwe.

Parve bike: