Kurdistan
Li Dîlokê bi mezinahiya 4,5 pileyan erdhej çêbû
PeyamaKurd - Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) hatine belavkirin, di saet 03.42yan de li navçeya Nurdaxê ya bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê erdhejek bi mezinahiya 4,5 pileyan çêbû.
Hat diyarkirin ku ev erdhej di kûrahiya 7,44 kîlometreyan de di bin erdê de pêk hatiye û li parêzgehên derdorê yên wekî Kîlîs, Mereş, Osmaniye û Hatayê jî hatiye hîskirin.
AFADê ragihand ku piştî vê erdhejê heta niha ti rewşeke neyînî nehatiye tomarkirin lê xebatên tespîtkirina li qadê berdewam dikin.