Kurdistan
Li Dîlokê qeza çêbû û 4 kes can dan
PeyamaKurd- Li ser rêya bajarê Dîlokê (Gaziantep) û bajarê Nîzîbê, du erebe lihev ketin û di encamê de 4 kes di cîh de mirin û 7 kes jî birîndar bûn. Di dema qeza çêbû, erebeyekî polîsan ku girtiyekî cezayê wî hebû dibir zîndanê, tevlî qezayê bû. Di ereba polîsan de 7 kesên ku hebûn birîndar bûn.
4 cenzayên ku li ciyê bûyerê can dabûn bo otopsiyê birin morga Tib a Edlî ya bajarê Dîlokê.