TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyala êrîsa DAISê: 4 sivîl birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2020 22:52

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞ êrîşên xwe yên li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane bênavber didomîne.

Hat ragihandin ku DAIŞê êrîşeke bombeyî li bajaroka Celewla ya Diyalayê pêk aniye ku di encamê de 4 sivîl birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan piştî êrîşê hêzên Iraqê bo cihê bûyerê hatine veguhestin.

Berpirsê asayîşa Diyalayê Hêbîb eş-Şammarî li ser êrîşa DAIŞê rgihand ku terorîstan teqemeniya li Celewlayê li kêleka otorêyê danîne ji dûr ve teqandine.

Şammarî da xuyakirin ku 4 sivîl birîndar bûne û li herêmê hêzên iraqî operasyon dane destpêkirin.

Parve bike: