TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyalayê 10 pêgehên terorîstên DAISê hatin rûxandin

Admin L
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2022 15:01

PeyamaKurd Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê do Duşemê 24ê Çileya 2022yan diyar kir, li bajarokê Hawî, operasyoneke hevbeş a serbazî hat encamdan û 10 pêgehên terorîstên DAIŞê hatin rûxandin.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê; di operasyoneke serbaz de, li devera Hawî ya ser bi parêzgeha Diyala, hêzên ewlehiyê 10 pêgehên terorîstan û du tunel û sê cihên wan rûxandin.

Herwiha hat destnîşankirin, hêzên ewlehiyê pênc amûrên teqemeniyê, sê narincok, mûşek, hawan û sê depoyên tifingan dîtine.

Parve bike: