TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyalayê 3 terorîstên DAISê hatin kustin

📅 01 gulan 2020 16:24

PeyamaKurd – Li gor zanyariyên medyaya Iraqê belavkirine 3 terorîsên rêxistina terorîst a DAIŞê di operasyonekê de li Çiyayê Hemrinê hatine kuştin

Îro roja înê (01.05.2020) Berdevkê Medyaya Heşdî Şeibiyê li Diyalayê Sadiq Elhusênî aşkere kiriye hêzên wan li dorûbera gola Hemrînê operasyonek pêk anîne û 3 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê di wê operasyonê de hatine kuştin.

Demeke dirêj rêxistina terorîst a DAIŞê li Diyala, Selehedîn û Kerkûkê dest bi tevgerê kiriye û êrîşên xwe zêdetir kiriye.

Her wiha duh di êrîşekê de li Gulalayê terorîstên DAIŞê 2 polîsên Iraqê kuştibûn.

Parve bike: