Kurdistan
Li Diyarbakirê maske bû mecbûrî
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê ji roja çarşemê û bi şûnde nema kes karibe bê maske bigere. Parêzgerê Diyarbekirê Hasan Basri Güzeloğlu, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew di mijara maske û mesafê de, ew asta ku dixwazin hêj negihanê. Güzeloğlu bi maske wêneyê xwe belav kir.
Li ser vê tesbîtê, ji 10 ê mehê û bi şûn de li seranserê bajêr gera bê maske hat qedexekirin. Herkesê ku derê derve, divê maske deyne ber devê xwe.