TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekir cerdevanek hat kustin

Admin M
Nivîskar
📅 31 gulan 2018 20:33

PeyamaKurd- Li navçeya Hênê ya bi ser Diyarbekirê de, di navbera PKKê û cerdevanan de şer derket û di encamê de cerdevanek hat kuştin.

Li gor ragihandina parêzgeha Diyarbekirê, di dema kontrola rê de, hêzên asayîşê leqayê hinek PKK yiyan hatine û di navbera wan de şer û pevçûn derketiye. Di şer de cerdevanek birîndar bûye û bi helîkopterê wî birine nexweşxaneya Selahaddînê Eyûbî ya Diyarbekirê lê nefilitiye û miriye.

Li deverê oprasyon dewam dikin.

Parve bike: