Kurdistan
Li Diyarbekir du grûb li hev xistin: 3 brîndar hene
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê li navça Yenişehirê bi sedema ku tevgerên wan li xweşa hev neçûne, di navbera du grûban de pevçûn derket. Di encamê bi sîlihan lihev xistine û 3 kes birîndar bûne. Rewşa birîndarekî baş nîne.
Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê, birîndaran bi ambûlansan ji bo dermankirinê birine nexweşxana dewletê ya Selahaddînê Eyyûbî. Li ser bûyerê polîs lêpirsînê da destpêkirin.