Li Diyarbekir li ser Xalid Begê Cibrî û tevgera 1925an konferansekî hat lidarxistin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê li salona Oda Bazirganiya bajêr seet di 14.00an de li ser serokê Komîta Îstîqlala Kurdistanê Xalid Begê Cibrî, tevgera 1925an û Şêx Seîd konferansekî ji terefê weqfa Kurd-Kavê de hat lidarxistin. Di konferansê de axaftina destpêkê serokê Weqfa Kurdî an ku Kurd-Kavê parêzer Mehmet Baykara kir.
Di pey de li ser pêşdeçûnên salên 1914-1926an lêkolîner û nivîskar Ercan İlgin axifî û rohniyê xist ser pêşdeçûnên dîrokî yên navbera salên borî. Di nava salên navborî de rewşa Kurda ya dîplomatîk, rêxistinî û bûyerên navdewletî.
Di pey Ercan İlgin de neviyê birayê Xalid Begê Cibrî ku hem lêkolînere Tahsin Sever li ser Xalid Begê Cibrî, damezrandina Komîta Îstîqlala Kurdistanê, têkiliyên Komîtê bi welatên din re, li ser hewlên Mustafa Kemal ku çawa ber li bizava azadîxwaza Kurdistanê bigre û biserketiye, axifî.
Axaftvanê sêyem lêkolîner Abdulbari Han bû ku li ser têkiliyên KÎKê yên dîplomatîk, li ser Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, li ser dema navborî babetên ku neketine ser belgeyan lê ji aliyê xelkê de, ji aliyê mezin û maqûlên Kurdan de tên zanîn, bi taybetî ji aliyê yên herêmê de yên tên zanîn yek bi yek ji guhdarvan û bîneran re peşkeş kir.