TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekir polîsan bi ser malekê de girt, kesek hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2019 13:54

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li demjimêr 03:00yê şevê li Diyarbekirê polîsan bi ser malekê de girt û di pevçûneke çekdarî de kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîsekî taybet jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên medya tirk, li navçeya Baglar a Diyarbekirê bi hinceta ‘hebûna terorîstan’ polîsan bi ser malekê de operasyon pêk anî.

Di wê operasyonê de kesek hatiye kuştin û polîsek jî birîndar bûye û jin û mêrên xwediyê malê jî hatine binçavkirin.

Li gorî ragihandinê kesê ku hatiye kuştin, bi teqekirinê bersiv daye banga ‘teslîmbûnê’ ya polîsan û ji ber wê jî hatiye kuştin.

Parve bike: